• Sunday, 17 May 2026
logo

HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand

HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
Hêza Parastina Gel (HPG) a PKKê ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê çeperên gerîlayên wan li herêma Avaşîn li Başûrê Kurdistanê dane ber bombeyan ji ber wê jî “agirbesta yekalî” hatiye hilweşandin.

Fermandehiya Navendî ya HPGê duh di daxuyaniyekê de ragihand, balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li çeperên gerîlayên wan ên li devera sînorî ya Avaşînê dane û diyar kir, ev cara yekemîn e ku balafirên şer ên Tirk ji sala 2013ê ve bi vî rengî li çeperên wan didin.

HPGê her wiha ragihand, jixwe artêşa Tirkiyê ji roja destpêkê ya agirbesta yekalî ve, agirbest binpê kiriye lê vê carî agirbesta yekalî bi temamî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye hilweşandin.

Di daxuyaniyê de HPGê de hatiye gotin ku xuya ye êdî dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bike lewma ew jî li hember êrişên artêşê bêdeng namînin û dê xwe biparêzin.

Tê zanîn, li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, PKKê roja 25ê Nîsana 2013ê çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî Tirkiyê dabû sekinandin û agirbetek yekalî ragihandibû.

Ji aliyekî din, artêşa Tirkiyê jî ragihandiye ku gerîlayên PKKê li devera sînorî ya Oremarê êrişî hêzên wan kirine lewma wan çeperên PKKê dane ber bombeyan.

Rudaw
Top