• Sunday, 17 May 2026
logo

Firokeyên Hevpeymanan baregehên DAIŞê li Şingalê bordûman kirin

Firokeyên  Hevpeymanan baregehên DAIŞê li Şingalê bordûman kirin
Firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi piştevaniya zaniyariyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî çend baregehên DAIŞê li bajarê Şingalê bordûman kirin.

Serperiştiyarê Pêşmerge li eniya Şingalêm“Emîd Izedîn Sado” ji BasNews re ragihand: “Îro 28 Hizêranê bi piştevaniya zaniyariyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê firokeyên cengî yên maniya Navdewletî baregehên DAIŞê li taxa (Hey Elnesir) li nava Şingalê bordûman kirin û embarekî çek û teqmeniyên DAIŞê li koşkeyên taxa (Simayil Beg) bi tundî bordûman kirin.”

Navborî got jî: “Di encamê bordûmanê de baregehên DAIŞê hatin rûxandin û embara çek û teqmeniyan jî hat teqandin û bêhtir ji 6 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.”

Basnews
Top