• Sunday, 17 May 2026
logo

Parlamentera HDPê: Çima Tirkiye li hember dewleta Başûrê Kurdisanê bêdeng e!

Parlamentera HDPê: Çima Tirkiye li hember dewleta Başûrê Kurdisanê bêdeng e!
Parlamentera HDPê ya Amedê Nûrsel Aydogan got, Tirkiye li dijî avakirina dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê nîne lê li dijî mafê xweseriyê yê kurdên Rojavayê Kurdistanê ye.

Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan, ji televîzyona Med Nûçe ya nêzîkî PKKê re li ser helwesta Tirkiyê li hember dewleta kurdî li Rojavayê Kurdistanê axivî.

Nûrsel Aydogan diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û AKP dijminatiya kurdan dikin çimkî di zihna wan de ev heye.

Aydogan anî ziman ku Erdogan baş dizane ku li Rojavayê Kurdistanê dewleta kurdî nayê avakirin lê dîsa jî hêrs dibe çimkî naxwaze ti destkefteke Kurdan hebe.

Wê parlamentera HDPê diyar kir ku dewleta Tirk û Erdogan ferq û cudahiyê dixin navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û wiha axivî:

“Li Başûr federasyon tê avakirin tu tiştekî nabêjî lê li Sûriyê kurd xweseriyê dixwazin tu tehdîd dikî. Eger tu dikarî mudaxeleyî Başûr bike!”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend roj berê gotibû, em ti carî nahêlin li bakurê Sûriyê û başûrê Tirkiyê dewlet were avakirin.

rudaw
Top