Erdogan: Eger hikûmet pêk neyê dê dîsa hilbijartin bê kirin
Erdogan, ku ji bo merasima vekirina Lîstokên Ewropayê çûbû Azerbaycanê, vegeriya Tirkiyê. Erdogan di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serokomarê Tirkiyê li ser pêkanîna hikûmeta nû axivî û got, eger hikûmet nehat pêkanîn wê çaxê dê dîsa hilbijartin were kirin lê navê wê ne hilbijartinên pêşwext e “hilbijatinek din” e.
Erdogan anî ziman, beriya ku fermana avakirina hikûmetê bide partiyan dê bi serokên partiyên ku derbasî parlamentoyê bûne re hevdîtin bike û bi wan re bişêwire.
Li ser rakirina û daxistina benda hilbijartinan jî Erdogan got, eger benda hilbijartin were daxistin yan jî rakirin divê sîstema “herêma teng” were bikaranîn. Ew jî her bajar û deverek dê nûnerê/nûnera xwe hilbijêre.
Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku roja 7ê vê mehê hat lidarxistin, ti partiyekê nekarî dengên pêwîst ji bo avakirina hikûmetê bidest bîne ji ber wê jî hikûmeta nû dê bi awayekî hevpeymanî pêk were.
rudaw
