Kembera ereb diqete
BasNûçe / Enqere – Pengava YPG’ê ya ji bo ku Kobanê û Cezîre bigihîjin ya ku di heman demê de tê wateya şikandina kemberên ereb yên ku rejîma Baasê di salên 60’an de yek jê di navbera Efrîn û Kobanê û yek jê jî di navbera Kobanê û Cizîrê de pêk anîbû û van kemberan ji kurdan xalî kiribû û ereban tê de bi cih kiribû dom dike. Jêderên herêmê radigihînin ku hêzên YPG’ê ji her dû aliyan ve jî pir nêzîkî Girê Sipî(Tel Ebyad) bûne û ereb ji Girê Sipî ber bi Tirkiye’yê ve koç dikin.
Grêspî vala dibe
Piştî ku YPG’ê hem ji aliyê Kobanê û hem ji aliyê Cizîrê ve dest bi hewldana gihandina hev a van kantonan kir, jêderên herêmê radigihînin ku her ku hêzên YPG’ê yên her dû aliyan nêzîkî hev dibin, hejmara şêniyên Girê Spî (Tel-Ebyad ) yên ku ji bajar koç dikin zêdetir dibin. Li gor agahiyên ji Girê Spî tên, ji ber şerê ku li herêma Grê Spî derketiye, heta niha 5 hezar kes ji warên xwe reviyane ser sînorê Bakurê Kurdistanê ango Tirkiyeyê. Jêder radigihînin ku şêniyên ku ji Grê Spî reviyane li ser sînorê Tirkiyeyê kom bûne, lê Tirkiye nahêle ku ew ji sînor derbaz bibin. Rayedarên tirk jî radigihînin ku heta niha 400 kes derbasî Tirkiyeyê bûne. Ji 30’ê Gulanê ve li gel hêzên Volkana Feradê, hêzên YPG’ê, li herêma Grê Spî, li dijî DAIŞ’ê operasyoneke mezin dane destpêkirin. Di vê operasyona ku frokeyên hêzên hevpeyman jî piştgirî didinê de DAIŞ qelstir dibe û ji ber şer û pevçûnên dijwar şêniyên Grê Spî ku piraniya wan kurdin bajar terikandine û li ser sînorê Tirkiyeyê kom bûne. Di derbarê van şêniyên li ser sînor kom bûne ku tê gotin hejmara wan nêzîkî 5 hezaran e, Waliyê Ruhayê İzettin Küçük got ku 400 kes ji wan derbasê Tirkiyeyê bûne. Tê payîn ku piştî şer bigihîje Grê Spî, wê hezmara koçberan pir zêdetir bibe.
Rewşa Hesekê jî xeter e
Rêveberê PYD’ê Husê Birê, ji Hesekê ji BasNûçe’yê re ragihand ku li Hesekê, 6-7 kîlometir dûrê herêma kurdan, di çend rojên dawî de, di navbera hêzên rejîmê û hêzên DAIŞ’de şer û pewçûnên giran diqewimin, lê belê herêmên ku kurd lê dijîn aramtir in. Birê got: “Lê belê ev nayê wê wateyê ku, li ser herêmên kurd xeteriya şer tune ye” Husê Birê da zanîn ku çend roj beriya vî şerî, DAIŞ’ê bi çen êrîşên hewanî hewl daye ku ber bi Hesekê ve were, lê YPG’ê bi tûndî bersiv daye van êrîşan û êrîşan daye rawestandin. Piştî ku asayîşa Kurdan ew êrîş bi avayekî tund bersivandin, hewla DAIŞ’ê ya ku li ser Hesekê sekiniye. Birê diyar kir ku piştî rawestandina van êrîşên DAIŞ’ê, vê carê di navbera hêzên rejîmê û DAIŞ’ê de şerekî mezin destpê kirî ye. Husê Birê da zanîn ku gelê Hesekê ji şer re amade ye û moralê gel jî pir bilind e. Birê wiha dom kir: “Em bi gelê xwe û bi şervanên xwe amade ne. Ger ku êrîş bên bi ser me ve em ê bi hemû hêza xwe bibersivînin û xwe biparêzin. Ji alî cebilxane ve kêmasiyên me tune ne û asayîşa me 24 saet amade ye. Ji ber bilindbûna nirxê dolar, tenê di warê zexîre û xwarinê de hin pirsgirêkên me hene. Ev yek carcaran dibe sedema hin şêniyên vê herêmê ku ber bi bakur ve koç bikin. Lê bi gelemperî gel ji halê xwe razî ye”
Husê Birê di dawiya axaftina xwe de hanî ziman ku metirsiya heyî ne tenê li ser Hesekê, li ser hemû Kurdistanê ye û bang li hemû kurdan kir ku hêzên xwe bikin yek û li dijî van hêzên tarî bi hev re têbikoşin. Birê got: “Li Hesekê em dikarin bersiva dijmin bidinê, lê belê ger ku yekîtî pêk bê, wê barê gelê me siviktir bibe û em ê serkeftîtirbin. Ji bilî serkeftinê, di rojeva me de tu tişt tune ye”
Efrîn dorpêçkirî ye
Di derbarê rewşa Efrînê de jî Hevseroka Kantonê Hêvî Mistefa ji BasNuçe’yê re ragihand ku, Efrîn ji her alî ve di ambargoyek dijwar de ye. Mistefa da zanîn ku piştî Tirkiyeyê deriyê sînor girtî ye û dûre piştî dora Efrînê ji alî komên tûndrew ve hatiye girtin çûnûhata ji Efrînê ji bo cihekî din pir zehmet bûye. Mistefa got: “Hem dewleta Tirk û hem jî Artêşa Azad dixwazin bi dorpêçkirinê Efrînê lawaz bixin da ku pergala me ya xweserî têk biçe. Lê belê derfetdariya axa Efrînê ya ji bo çandiniyê û derfetên din ên Efrînê pêdiviyên debara Efrînê dibersivînin. Em dikarin debara xwe bikin û gelê me di vê mijarê de pir hestiyar e û dikare ambargoyê bişikêne” Di derbarê rewşa şer de jî Hêvî Mistefa biryardariya gelê Efrînê destnîşan kir û wiha dom kir: “Gelê me bi giştî ji bo şer tê perwerdekirin. Gelê Efrînê jiyana xwe li ser vê rastiyê saz dike. Heke şerek biqewime tevahiya gelê me di bin banê YPG û YPJ’ê de amade ye ku têbikoşe û moralê gel pir bilind e. Lê belê dîsa jî em ji hemû dinyayê re radigihînin ku em li dijî terorê ne. Bila alîkariya me bikin da ku ev teror têk biçe”
Ezaz bikeve Efrîn dibe Kobanêya duyem
Hêvî Mistefa da zanîn ku, DAIŞ’ê çend roj berê êrîşî navçeya Sewran a 40 kîlometir dûrî Helebê ye kiriye û vê navçeyê xistiye bin kontrola xwe, eger piştî Sewranê navçeya Mera’yê jî bi dest bixe, wê têkiliya Heleb û bakûrê Helebê bê birîn û got: “Ger ev yek pêk bê wê metirsiya li ser Efrînê zêde bibe. Piştî ku DAIŞ’ê navçeya Sewranê bi dest xist, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji îro pê ve armanca wan ew e ku Ezaz û Efrînê dagir bikin. Ger ku DAIŞ vê armanca xwe pêk bîne, wê pêleke pir mezin a koçkirinê ya ber bi Bakûr ve destpêbike. Lê em ê nehêlin ku gelê me ji ber şer û pewçûnan bibe penaber û ji axa xwe dûr bikeve. Me di vî warî de soz daye gelê xwe û em ê soza xwe bi cih bînin”
Bi ser BasNûçeyê bang: Kongreya neteweyî dikare êrîşan bişkêne
Hêvî Mistefa di dawiya axaftina xwe de, bi ser BasNuçe’yê bang li gelê kurd kir û got: ”Heke em karibin kongreya neteweyî pêk bînin, wê gavê em ê dikaribin êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê rawestînin û metirsiyên li ser axa welat kêm bikin. Kurd bi tevahî di pêvajoyeke dîrokî û hestiyar de derbaz dibin. Divê em yekîtiya xwe pêk bînin û destkeftiyên xwe biparêzin.”
Li gor jêderên ji herêmê, çekdarên DAIŞ’ê duh bajarokê Soran û 2 gundên li kêleka wê yên girêdayî bajarê Ezazê ku di destê eniya Îslamî de bûh bi dest xistiye. Piştî vê yekê, çekdarên DAIŞê dikarin berê xwe bidin deriyê sînor ê Bab El Selamê. Jêder diyar dikin ku egerî heye ku DAIŞ, di çend rojên pêş de, berê xwe bide Ezazê ku 10 km li bakurê rojhilatê bajarokê Soran dikeve.
YPG’ê bîlançoya meha Gulanê ragihand
Li aliyê din ve Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê aşkere kir. Li gor vê bîlançoyê di encama 73 operasyonên ku 29 caran pevçûn derketine de 1005 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û cenazeyê 353 ji wan tevî hejmareke zêde çek û cebilxaneyan ketine destê hêzên wan. Li dijî YPG/YPJ’ê 24 êrîşên xwekujî û yên bi maşînên bombebarkirî pêk hatine. Di encama van pevçûnên ku 2 endamên DAIŞ’ê sax hatine desteserkirin de 86 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
