HPD jî benda hilbijartinan wê derbas bike
Peyamnêrê Rûdawê Cesîm Îlhan li ser hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal ên Tirkiyê rapirsiyek pêk aniye. Rapirsî ji 10ê Gulanê heta 18ê Gulanê hatiye kirin û nêrîn û şiroveyên 185 akademîsyen, vekolerên civakî û rojnamevanên navxweyî û biyanî hatiye pirsîn.
Li gorî rapirsiya Rûdawê, dengên AKP %43.4, dengên CHPê %25.3, dengên MHPê %16.2 û dengên HDPê jî %11.2 ye. Yên serbixwe jî %4ê dengan bidest tînin.
Kesên ku tevlî rapirsiyê bûn li ser performansa lîder û serokên partiyan wiha axivîn:
*Serokwezîr Ahmet Davûtoglu nikare cihê Erdogan bigire ji ber wê jî Serokomar Erdogan mîna serokê partiyê di mîtîngan de ji alîgir û endamên AKPê dixwaze deng bidinê
*Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji roja ku bûye serokê partiyê tiştek li partiyê zêde nekiriye û tenê tiştên berê dubare dike
*Aliyên nijadperest ji Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî zêde razî nînin lê Bahçelî kariye nijadperest û alîgirên xwe ji aloziyan dûr bixe
*Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş di van demên dawiyê de piştî Erdogan, lîderê herî serkeftî ye
Çima bi ser dikevin çima bin dikevin?
AKP - Li gorî kesên ku tevlî rapirsiyê bûne, AKP di hilbijartinên sala 2002ê û şûnde ji ber jinavbirina gendelî, hejarî û qedexeyan her dem bi ser ketiye lê piştî ku hinek wezîrên hikûmeta AKP tevlî gendeliyê bûn ev rewş berovajî bûye.
Bi destpêkirina “pêvajoya çareseriyê” re hinek kurdan dengên xwe dan AKPê lê ji ber heman sedemê hinek dengên AKPê jî ji MHPê re çûn.
Her wiha gotinên Erdogan ên “Kobanî hindik maye bikeve”, “pirsgirêka kurd tine” bûne sedema wê ku hinek kurd dengên xwe nedin AKPê.
Beşdarên rapirsiyê di wê baweriyê de ne ku piştî bûyerên Parka Gezî ya Stenbolê û operasyonên 17ê Kanûna 2013ê roj bi roj prestîja AKPê lawaz dibe.
CHP - Veqetiyana hinek aliyên netewperest û kemalîst ji CHPê û belavbûna têgeha dadperweriya civakî li şûna têgeha laîktiyê di nav partiyê de tiştekî baş e lê nabe sedema zêdebûna dengên CHPê. Li gorî hinek beşdarên rapirsiyê, ew sozên ku Kiliçdaroglu di mîtîngan dide alîgirên xwe dê dengên CHPê zêde bikin lê hinek jî berovajî vê yekê hizir dikin.
MHP - Ji bilî karta netewperestiyê tiştekî din a wê partiyê ku pê bilîze. Yên ku deng didin MHPê ji ber wê ye ku MHP dibe tercumana hestên wan. Nekêmbûna dengên wê partiyê ji ber wê ye ku ew, di bûyeran de helwestek sabit dide pêşiya xwe û sekna wê nayê guhertin. Ev rewş, bandorê li ser alîgirên AKPê yên netewperest ên ku ji partiya xwe sar bûne jî, dike.
HDP - Mirov dikare bêje projeya HDPê ya Tirkiyeyîbûnê di hinek aliyan de baş pêşde diçe. Lê ev proje hinek rîkên wê jî hene:
-Pirsgirêka kurd bi rêya çepên Tirk re bi sîstemê re entegre bibe
-Baweriya hinek kurdan bi tirkên îslamî û çep ên ku deng didin HDPê, nayê
-Huda-Par dikare li Batman û Amedê parlamenteran derxîne. Ev jî ji bo siyaseta kurdî girîng û pêwîst e.
Hilbijartin û Pirsgirêka Kurd
Li gorî beşdarên rapirsiyê, pêvajoya çareseriyê bi daxuyaniyên AKP û HDPê zirarê nabîne çimkî ew daxuyanî ji bo hilbijartinan in. Jixwe ew faktora ku bûye sebema wê ku HDP benda hilbijartinan derbas bike jî, pêvajo ye. Xêra pêvajoya çareseriyê herî zêde digihîje HDPê.
44 kes ji wan kesên ku tevlî rapirsiya Rûdawê bûne, nexwestin navê wan were eşkerekirin. Di beşa duyemîn a rapirsiya Rûdawê de dê bersiva vê pirsê bê dayîn:
Kurdên oldar, cemaetên olî û mezhebî, kêmîne û welatiyên li derde dijîn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?
Rudaw
