Li Rojhilat dîwarê stratejîk
Li qafeyekê em bi komek heval û hogiran re civiyabûn. Wan qala bêdengiya Rojhilatê Kurdistanê dikirin. Dostek di wê baweriyê da bû ku Rojhilat di doxek statîk de ye û zehmet e ku zû bi zû mîna parçeyên din biteqe. Yekî dinê got; “Ne bawer im ku ev têz rast be, ji ber ku civak hemîşe dînamîk e û ranaweste. Dema biherike jî hingê dê bi xwe re guherînan jî bîne.”
Niha dema em bala xwe didin ser vê mijarê, em dibînin ku parek ji rastiyê tê de heye. Serbarî viya jî mirov her tim vê pirsê ji xwe dipirse ‘gelo çima dînamîkiya Rojhilatê dereng – dereng xwe nîşan dide?’. Gelo tu bêjî ev girêdayî dîwara dîrokî be ku Roijhilat ji parçeyên din cûda kiriye? An dibe ku ev kêmdengî ji xortbûna dewlet û lawazbûna kurdan were? Gelo bandorê çerxa dîrokê li gor vê formûlê li ser Rojhilat çiqas e: Bi hêziya dewlet lawaziya kurdan. Berûvajî vê jî: lawaziya dewlet û bi hêziya kurdan?
Qesrê Şîrîn: Dîwara jeopolîtîk
Davîd Mîtranî di sala 1950’an de, di kitêba xwe ku bi navê “Zona Navîn” nivîsiye de qala serzemînên Ewrûpa ya Navîn dike ku bi dîwarekî jeopolîtîkî – jeokultûrî ji Ewrûpa’ya Rojava hatine cûdakirin. Mîtranî ji vî dîwarî re dibêje sînorê navbera Ewrûpa ya Rojhilat û ya Rojava. Her wiha di wê baweriyê de ye ku ev dîwar sînorê navbera şaristaniya tatolîk û şarisatiniya ortodoks e jî. Ew dibêje romiyan nikarîn vî dîwarî biherifînin. Heta Napolyon jî êrîşî vî dîwarî kiriye lê şikestiye û neçar vegeriyaya. Hîtler jî xwestiye ku wî dîwarî nehêle lê belê ew jî biserneketiye. Paşê piştî şikestina Yekîtiya Sovyetê jî Rojava dixwaze ji Ukranayê wî dîwarî derbas bike lê xûya dike ku dê dîsan nikarbin!
Niha mirov dema berê xwe dide dîroka Rojhilatê Kurdistanê, rastî dîwarekî wisa xwe nîşan dide. Ev dîwar cara dawîn berhema peymana Qesrê Şîrîn e ku di sala 1635’an de di navbera osmanî û sefewiyan de hatiye wajokirin. Ev dîwar heta niha wek xwe maye û cengên yekem û dwema cîhanê û heta cenga sar jî nikarîne ku wî dîwarî birûxînin. Ev dîwar kevn e ku di dema împeratoriyên eşkanî û romî de jî hebû. Di dema herdu Împeratoriyên Roma û Sasanî de jî hebû. Sînor ava Dijle bû. Sînor carina çiyayên Zagrosê û carinan jî ava Dijle û geh jî ava Feradê bû. Ev dîwar heta niha berdewam e ku îro çiyayên Zagrosê ye.
Eger di warê jeopolîtîk û jeokultur de em lê binêrin, hingê em dibînin ku ev dîwar çarenivîsa Rojhilat e û her sê parçeyên din ji hev cûda kiriye. Loma mayîna vê dîwarê ku dîwarek jeokulturî û jeopolîtîkî ye jî wê hêlên siyasî di navbera vê parçeyê û her sê parçeyên din ji hev cûda bike. Mîna ku Mîtranî gotiye, “ev dîwar bi sanayî naherife.“
Formûl: Çerxa lawazî û bi hêzî
Di warê sosyopolîtîk de jî hin taybetiyên din rewşa Rojhilat ji parçeyên din cûda dikin. Niha di wê sedsala dawiyê de mirov dikare formûleke dinê ji rewşa siyasî – civakî ya Rojhilat de derxe. Ev formûl jî wek gerîna çerxek xwe nîşan dide. Çawa ku di sirûştê de çerxek heye, çawa ku di nav civakê de çerxek heye, di dîrokê de jî em çerxeke wisa dibînin. Ev çerx jî ev e: Dema dewlet bi hêz dibe, wê gavê “hêza revîna ji navendê lawaz dibe. Ango hêza kurdan dişkê û neçar dimînin ku xwe paş de bikşînin.
Lê li hember vê yekê jî em dibînin dema ku dewlet dikeve nav tengijînê, hêdî hêdî hêza revîna ji navendê dîsa li ba kurdan xurt dibe û ewqas mezin dibe ku ji bo demekê dikarin axa Kurdisatnê bi xwe kontrol bikin û hegemonî û otorîteya xwe tê de bi cih bikin. Bo mînak jî em dikarin qala serhildana Simko bikin. Dema dewleta Qacar herifî, Simko ew valahî dagirt. Dema Riza Şahê Pehlewî desthilata xwe bi hêz kir, Simko şikest. Yan jî dema ku Riza Şah herfî, hingê Pêşewa Qazî Mihemed rabû û komar avakir. Dema Mihemed Riza Şahê duduyan hukumdarî destpêkir, hingê komar herifî. Katek ku Şah ruxiya, Qasimlo û hevalên wî serhildaneke mezin destpêkirin. Piştî ku Xumeynî bi hêz bû ew serhildan jî vemirî.
Di encamde; di navbera Rojhilat û her sê parçeyên din de dîwarekî jeopolîtîkî û jeokulturî heye ku mirov dikare bi ‘Dîwarî Stratejîk’ jî binav bike. Mîna dîwarê navîna Mîtranî, li Kurdisatnê jî dîwarekî stratejîk heye. Heta ku ev dîwar neherife, dê guhertinên mezin li wî parçeyê Kurdistanê jî çênebin.
Basnews
