Barzanî diçe Amerikayê
Cigîrê Wezîrê Derve yê Amerikayê Brett Mcgurk di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re diyar kir, li ser vxwendina fermî ya Amerîkayê, Mesûd Barzanî dê serdana Washingtonê bike.
Mcgurk da zanîn ji bo serdana Barzanî, ew niha mijûlî amadekariyên wê serdanê ne.
Mesûd Barzanî di vê serdana xwe de bi Serokê Amerîka Barack Obama û Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.
Beriya niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî çûbû Washingtonê û di civîna ligel Obama de ji wî alîkariya çekan û aborî xwestibû.
Barzanî beriya niha ji ber ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di nava listeya terorî ya Amerîkayê de bûn vexwedanên xwe ji bo Amerikayê betal diker.
Kongreya Amerîkayê Berfenbara 2014ê navê herdu partiyên Kurdan ji nava listeya terorî de derxistibû.
Rudaw
