Heyder Ebadî û Barack Obama civiyan
Li Washingtonê Heyder Ebadî û Obama civiya.
Duh li Koşka Spî ya li Washingtonê Serokê Amerîkayê Barack Obama pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî kir.
Di civînê de her du alî behsa peywendiyên navbera Amerîka û Îraqê û herwiha şerê dijî terorê kirin.
Her di vê civîna han de Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî daxwaz ji Obama kir daku di warê leşkerî û dabîn kirina pêdiviyên leşkerî yên artêşa Îraqê de hevkariya Îraqê bike.
Li hember de jî Obama eşkere kir ku Amerîka vê hem di warê leşkerî û şerê dijî terorê de û hem jî di warê însanî de hevkariya Îraqê bike.
