Serokwezîrê Îraqê gehêşte Hewlêrê
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî gehêşte Hewlêrê.
Îro Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û ji aliyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwazî, Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê civiyan û vê di civînê de behsa çendîn pirsên girîng weke kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê û çawetiya çareser kirina wan kêşeyan, şerê dijî terorîstên DIŞIê û herwiha pirsa azad kirina Mûsilê ji destê terorîstên DIŞIê werin giftûgokirin.
