• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çavdêrekî siyasî: Lihevkirina Îran û rojava di berjewendiya kurdan de ye

Çavdêrekî siyasî: Lihevkirina Îran û rojava di berjewendiya kurdan de ye
Akademîsyan û çavdêrê siyasî yê kurd, Rehîm Qadir Mihemed bibêje, her rêkrftinek di navbera Îran û civaka navdewletî de, dikeve berjewendiya kurdên Rojhilatê Kurdistanê de.

Piştî gotûbêj û hevdîtinên dûr û dirêj, Îran û welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî û Almanya (koma 5+1) li bajarê Lozanê yê Swîsrayê li ser çawaniya çareserkirina kirîza etomî ya Tehranê lihev kiribûn.

Rehîm Qadir Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Rêkeftina di navbera Îran û welatên rojava de, diyar dike ku rêjîma wî welatî ketiye qonaxeke nû de, ku xwe ji civaka navdewletî nêzîk dike.”

Mihemed wiha got: “Rast e pêşketinek mezin di danûstandinên koma 5+1 ligel Îranê derbarê bernameya atomî çêbûye, lê tişta ku me dît em nikarin navê rêkeftinê lê bikin, lê belê em karin bêjin jihevnêzîkbûnek e.”

Derbarê bandora wê lihevkirinê li ser kurdên Rojhilatê Kurdistanê, mamosteyê Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê, Rehîm Qadir Mihemed wiha domand: “Her rêkrftinek di navbera Îran û civaka navdewletî de, dikeve berjewendiya miletê Îranê û bi taybetî kurdan de.”

Wî akademîsyanê kurd diyar kir ku, “Kurd çendîn serhildan û şoreş li Îranê lidar xistine, bo bidestanîna mafên xwe yên rewa, lê rastî zilma rêjîmên Îranê dihatin, ku ew nakokiyên xwe ligel civaka navdewletî di serê kurdan re derdixistin.”

Rehîm Qadir Mihemed wiha got: “Eger Îran ji nava vê dûrketinê derkeve û nêzîkî welatên rojava û cîhanê bibe, dê neçar bimîne ku mafê mirovan liber çav bigire û rê li pêşiya karê siyasî û rewşenbîrî veke. Kurd jî dê bi wê riyê pêşbikevin û destkeftên neteweyî bidest bînin.”

Rudaw
Top