PDK hişyariyê dide YNK û Goranê
Serokê Frakesyona PDK li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, Ziyad Kake Reza di daxuyaniyekê de îro, 5ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand “Li gor rêkeftina aliyên siyasî li parêzgeha Helebce, posta qayimqam bibû ji pişka PDK, lê dema rêkeftina Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), niha ew post bûye ji pişka Goranê.”
Ziyad Kake Reza diyar kir ku, di danûstandinên yekem û duyem de, ku derbarê Silêmanî, Germiyan û Raperîn de hatibûn kirin “Ti arîşeyek di danûstandinan de nebû.”
Bi gotina navborî, 3 kursiyên PDK li Silêmaniyêm hatibûn diyarkirin, ku dike ji sedî 10 ê postan li wê parêzgehê “Lê niha ew rêje kêmtir bûye.”
Ew berpirsê PDKê dibêje jî ku “xedreke” mezin li Helebce li wan hatiye kirin û got: “Eger bê û li parêzgeha Helebce bê par bibin ji postan, em dê beşdariya hikûmeta xwecihî ya Silêmaniyê nebin.”
Basnews
