Duh şemî 04.04.2015 li peywendiyekî telefonî ya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê, Serok Barzanî bi helkefta azadkirina bajarê Tikrît ji aliyê hêzên Iraqê û şikesta terorîstan ya li vî navçeyî pîrozbahiyê li Serok Wezîrê Iraqê kir û her wiha Serok Wezîrê Iraqê jî bi helkefta serketina ber bi çav ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstên Da'îş pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da her dû alî li rûbirûbûna Da'îş de heta wê demê ku terorîst bi tevahî şikestê bînin û li nav biçin tekez li ser hemahengî û hevkariya berdewamiya di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.