Serokê Encûmena Wezîrê Iraqê û Cîgirê Serok Komar pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Barzanî kirin
Serokê Encûmena Wezîrên Iraqa Federal li nameya xwe ya ji bo Serok Barzanî, nivîsiye: Bi helkefta hatina cejna Newroza pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û gelê Kurdê rêzdar dikin. Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ev cejin, bi aramî û xweşî û geşbûna Iraq û gelê me bê pîrozkirin.
Her wiha rêzdar Nûrî El Malikî Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal li nameya xwe da ji bo birêz Serokê Herêma Kurdistanê nivîsiye: Bi helkefta cejna Newroza pîroz xweşiktirîn û germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û hemû zarok û gedeyên gelê me yê Kurd li Kurdistanê dikin. Ji xwedayê mezin daxwaz dikin bi xweşî û şadiyê derbasbibe û Iraq û gelê me jî ji hemû nexweşiyek biparêzê.
Her li nameya xwe da, Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal, balkişandiye li ser wê yekê ku gelê Kurd li sayeya Iraqekî Federalî yekgirtî da ku zarokên wê li maf û erkên xwe da wekhevin û li sîbera azadî û destûrek da ku maf azadiyan diparêzê û dûrî li dîktatoriyet, vê salvegera xweş pîroz dike. Balkişandiye li ser wê yekê jî ku hemû gelê Iraqê berpirsiyarin li binyadnana Iraqekî yekgirtî ku têda hemû zarokên wê bextewerbin.
