• Tuesday, 17 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê berev serxwebûna aborî ve diçe

Gulan Media March 12, 2015 Nûçe
Herêma Kurdistanê berev serxwebûna aborî ve diçe
Perlemanterê Iraqê yê bi regez Kurd, Sîrwan Sîrînî ragihand ku, siyaseta petrol û gaz a Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû û berev serxwebûna aborî ve pêngavan dihavêje û hikûmeta Iraqê petrolê ji Kurdistanê dikire û ji destê Ebadî nayê ku piroje qanûna budceyê hilweşîne.

Sîrwan Sîrînî Perlemanterê Kurd ê di parlemana Iraqê de ji malpera fermiya Partiya Demokrata Kurdistanê KDP.info re ragihand: “Niha rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê gellekî ji ya Iraqê baştire, em dibînin ku siyaseta petrol û xazê ya Kurdistanê pir pêşketiye û ketiye qonaxeke nû de û Herêma Kurdistanê bi aliyê serxwebûna aborî de diçe û pertola Kerkûkê jî dişîne derve û Hikûmeta Iraqê petrolê ji Kurdistanê dikire û welatên cîhanê wek dewletek serbixwe mameleyê bi Herêma Kurdistanê re dikin.”


Sîrwan Sîrînî wiha herwiha got: “Ji destê Encumena Wezîran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê ku piroje qanûna budceya sala 2015 hilweşînin.”
Top