• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmet garantiya aramiya geştên asîmanî bo herêma Kurdistanê dide

Gulan Media March 12, 2015 Nûçe
Hikûmet garantiya aramiya geştên asîmanî bo herêma Kurdistanê dide
Hikûmeta herêma Kurdistanê garantiya aramiya geştên asîmanî bo her do balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê dide û amadye hemû karhêsaniyan ji bo kompaniyên balefirvaniyê û geştên asîmanê bo herêma Kurdistanê bike.

Bi armanca nirxandin û helsengandina rewşa balefirxaneyan û geştên asîmanî bo balefirxaneyên herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê li avahiya civata wezîran, din bin serokatiya Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê civînek hat saz kirin û di civînê de; wezîrê karên navxwe, wezîrê samanên xwezayî, wezîrê pilandananê, wezîrê guhastin û komunikasyonê bi wekalet, berpirsê têkeliyênderve , peyvdarê hikûmetê, waliyê Hewlêrê, nûnerên wezareta pêşmerge, wezareta êkonomî, wezareta bazirganî û nûnerên balefirxaneyên herêma Kurdistanê amade bûn.

Di civînê de; rewşa balefirxaneyan û geştên asîmanî bo herêma Kurdistanê, giringiya girêdana herêma Kurdistanê bi dinayay derve di warê êkonomî de û bi taybetî rewşa balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê û geştên asîmanî bo her du balefirxaneyan hatin gotûbêj kirin.

Behsa wan kompaniyên geştên xwe bo herêma Kurdistanê rawestandine ji sedema rewşa aloza Îraqê hat kirin û tekîd li ser aramiya rewşa herêma Kurdistanê di warê geştên asîmanî de hat kirin.

Cîgirê serokwezîr got ku, asîmanê herêma Kurdistanê aram e û tu metirsî li ser firokexaneyan jî nîne.
Beşdarên civînê tekîd li ser pêşxistin û berfirehkirina têkeliyên êkonomî û bazirganî bi rêya balefirxaneyên kir .

Top