Rapirsiya dawî: HDP 10.1
Xwediyê Şirketa lêkolînan a SONARê Hakan Bayrakçî rapirsiya dawî ya “Adar 2015 – helwesta siyasî û lêkolîna rojeve” weşand.
Li gorî encama rapirsîna SONARê rêjeya dengên partiyên siyasî ev in:
AK Partî ji sedî 40, CHP ji sedî 27.1, MHP ji sedî 18, HDP ji sedî 10.1, Partiya Welat i sedî 3 û yên din jî ji sedî 1.8 dengan distînin.
Herwiha li gorî van rêjeyan AK Partî 243, CHP 133, MHP 116 û HDP 58 parlamenteran derdixe.
Heger HDP ji benda hilbijartinan derbas nebe li gorî SONARê encama hilbijartinan dê wiha be:
AK Partî 274, CHP 148, MHP 128 parlamentera derbixe.
Şirketa SONARê hilbijartina 2011an a Serokamriya Tirkiyeyê rast pêşbînî kiribû û hilbijartinên giştî jî ji sedî 1 şaş kiribû.
Rudaw
