• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rapirsiya dawî: HDP 10.1

Gulan Media March 12, 2015 Nûçe
Rapirsiya dawî: HDP 10.1
SONARê rapirsiya ji bo hilbijartinên Hezîranê kirî weşand û li gorî rapirsîya heyva Adarê Partiya Demokratîk a Gelan ji %10.1 dengan distîne

Xwediyê Şirketa lêkolînan a SONARê Hakan Bayrakçî rapirsiya dawî ya “Adar 2015 – helwesta siyasî û lêkolîna rojeve” weşand.

Li gorî encama rapirsîna SONARê rêjeya dengên partiyên siyasî ev in:

AK Partî ji sedî 40, CHP ji sedî 27.1, MHP ji sedî 18, HDP ji sedî 10.1, Partiya Welat i sedî 3 û yên din jî ji sedî 1.8 dengan distînin.

Herwiha li gorî van rêjeyan AK Partî 243, CHP 133, MHP 116 û HDP 58 parlamenteran derdixe.

Heger HDP ji benda hilbijartinan derbas nebe li gorî SONARê encama hilbijartinan dê wiha be:

AK Partî 274, CHP 148, MHP 128 parlamentera derbixe.

Şirketa SONARê hilbijartina 2011an a Serokamriya Tirkiyeyê rast pêşbînî kiribû û hilbijartinên giştî jî ji sedî 1 şaş kiribû.

Rudaw
Top