Amerîka ji tevlîbuna Îranê ya şerê Tikrîtê dilgiran e
Martin Dempsey li Kongreya Amerikayê eşkere kir ku di şerê Tikrîtê de 20 hezar çekdarên şîe amade ne ku ji aliyê Îranê ve hatine perwerdekirin. Ev di demekê de ye ku tenê nêzîkî 3 hezar leşkerên Artêşa Iraqê di şerê li wî bajarî de beşdar in.
Bi gotina Dempsey, nêzîkî hezar çekdarên eşîretên sune, 3 hezar leşker û 20 hezar çekdarên Heşid Şeibî di şerê kontrolkirina Tikrîtê de beşdar in.
Serokerkanê Artêşa Amerîka diyar kir ku ew hêz ji aliyê Îranê hatine perwerdekirin û çek ji bo wan hatine pêşkêşkirin.
Herwiha Dempsey dilgiraniya xwe anî ziman û got, nediyar e dê piştî çekdarên DAIŞê şîeyên Iraqê wê bi çi awayekî ligel kurd û sune bidin û bistînin.
Rudaw
