Poll Ruand: Soza bidewlet kirinê didim Kurdan
Senatorê Amerîkayî dibêje ezê soza damezrandind dewleta Kurdî didim.
Senator Poll Ruand ku yek ji berbijarên nû yê postê Serokatiya Amerîkayê ye ragehand ku pêwîste di warê leşkerî de zêdetir hevkariya hêzên pêşmerge were kirin jiber ku niha ti tenê hêzên pêşmerge şerê dijî terorîstên DIŞIê dikin.
Poll herwiha eşkere kir ku lazime dewleteke nû bo Kurdan jî bi navê dewleta Kurdistanê were damezrandin.
Poll eşkere kiriye ku niha çek û pêdiviyên pêwîst yên leşkerî nagehin destê Kurdan jiber ku ew çekên ku ji aliyê Amerîkayê ve tên şandin diçine Bexdayê û Bexda jî ew çekên han nade Kurdan lewre lazime Amerîka û welatên Ewrûpayî bi awayekî rasterast di warê leşkerî de hevkariya Kurd bikin.
