• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê parlemana Kurdistanê: Îdarekirina Iraqê bi dewleteke navendgera nabe

Gulan Media March 11, 2015 Nûçe
Serokê parlemana Kurdistanê: Îdarekirina Iraqê bi dewleteke navendgera nabe
Serokê parlemana Kurdistanê Yûsif Mihemed ragihand ku Iraq welateke fire pêkhate ye û îdarekirina wê bi dewleteke navendgera nabe, belku pêywsîte her pêkhateyek bikaribe xwe birêve bibe û pêywîste pêkhateyên wê dest ji tawanbar kirina hev berdin û ciyawaziyan qebûl bikin.

Serokê parlemana Kurdistanê got, ku hêza pêşmerge rewşa niha ya herêma Kurdistanê parast, niha şerê dujminê Iraqê dike, lê mixabin heya niha pêşmerge ji xêra Iraqê bê pişke.

Di gotara xwe de li foruma Silêmanî de, Yûsif Mihemed got: Iraq welatekî fire (pir) pêkhate û fire reng û welatekî cuda ye, bi rêya dewletekî merkezî li dijî cudahiyan nikarin hukmê wê bikin, pêwîste em itîrafê bi cudahiyan bikin û dema wê hatiye ku dev ji tawanbarkirina hevdu berdin.

Serokê parlemanê got: Hêvîdarim em û hûn, em hemû pêkve supasiya hêza pêşmerge bikin ku niha 2 milyon penaber li ser axa herêma Kurdistanê parast, em supasiya pêşmerge bikin ku em û rewşa herêma Kurdistanê parastin.

Yûsif Mihemed dawî li axavtina xwe anî û got: Hêza pêşmerge rewşa niha ya herêma Kurdistanê parast, niha şerê dijimê Îrqê dikin lê mixabin heya niha pêşmerge ji xêra Iraqê bê pişkin.

Xendan
Top