• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ji encama teqîna Kerkûkê efserek û 8 polîs ji Polîs şehîd bûn

Gulan Media March 11, 2015 Nûçe
Ji encama teqîna Kerkûkê efserek û 8 polîs ji Polîs şehîd bûn
Otombîleke bombekirî bi konvoyeke Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê de teqiya, di encam de hejmarek şehîd û birîndar ketin.

Demjmêr 13:00 ji nîvroya roja Sêşemê, çekdarên DAIŞê bi otombîleke bombekirî êrîşê kirine ser konvoyeke Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê li navçeya Sibêr, başûrê Kerkûkê, û ew otombîl teqandin.

Ji encama teqîna wê otombîlê efserek û 8 polîs ji Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê şehîd bûn.

Her li gor zanyariyên BasNewsê, di wê kiryara xwekujî de Rêveberê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir birîndar bûye û ew ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Kerkûkê hatiye veguhestin.

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Asayişa Kerkûkê Helo Necat got: “Di wê kiryara xwekujî de efserek şehîd bûye û 8 polîs jî birîndarin.”

Basnews
Top