• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hunermenda navdar bu berendama HDPê

Gulan Media March 11, 2015 Nûçe
Hunermenda navdar bu berendama HDPê
Stranbêj Pinar Aydinlar ji bo berendamiyê serlêdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Pinar Aydinlar ji Rûdawê re got wê li Stenbolê ji bo berendamiyê serlêdana HDPê kir.

Aydinlar anî ziman ku HDP li hemberî polîtîkayên tunekirinê roleke girîng dilehîze û wiha got: “Mebest ne parlamenterî ye. Mebest li hemberî neheqiyan helwest nîşandan e.”

Pinar Aydinlar sala 1979an li Stenbolê ji dayîk bûye û bi eslê xwe ji Erzeromê ye. Beşa konservatuarê xwendiye. Sala 2011an di konserekê de ji ber hin gotinên xwe 10 meh ceza xwar.

Rudaw
Top