30 şervanên YPGê ji girtîgeheke DAIŞê reviyan
Girtî ji girtîgeha bajarê Babê yê li bakurê rojhilatê Helebê reviyan û li gor Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûriyê, ya ku nêzîkî Artêşa Azad ya Sûriyê tê hesibandin, çekdarên DAIŞê bi hoparloran bangî şêniyên bajêr kirine ku girtiyên reviyayî bigirin û radestî çekdarên DAIŞê bikin.
Tê gotin ku hejmarek ji girtiyan dîsa hatine girtin, derbarê çarenûsa çekdarên YPGê de tiştek nehatiye zelalkirin.
Wekî din tê behskirin ku di nav girtiyên reviyayî de çend çekdarên îslamî jî hebûne ku li dijî DAIŞê derketine.
Li gor kovara almanî DER SPIEGEL, dawiya hefteya borî jî hejmareke çekdarên berê yên DAIŞê, ku pirraniya wan ji Ewropayê bûn, ji girtîgeheke heman bajarî reviyabûn û hewl dabûn xwe bigihînin sînorê Tirkiyê, lê ew hatibûn girtin û herî kêm 9 ji wan hatibûn kuştin.
Rudaw
