Mesrûr Barzanî: Qehremanî û berxwedana pêşmerge xwesteka DIŞIê bo pêşrewî ji nav bir
Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel Konsulusê Romaniyayê yê li Bexdayê civiya.
Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Romaniyayê yê li Bexdayê Lacob Prada û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de ki Konsulusê Romaniyayê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq, welatên cîran û şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî behsa cudatiya hêza terorîstên DIŞIê di destpêkê û niha de kir û da zanîn ku terorîstên DIŞIê niha zêdetir parastina xwe dikin û dixwazên axeke zêdetir ji dest nedin û got: Qehremanî û berxwedana hêzên pêşmerge xwestek û pêşrewiyên terorîstên DIŞIê rawestand.
Di berdewamiya hevdîtinê de Prada jî eşkere kir ku Romaniya ji nêz ve wenêrînê bûyerên heyî dike û li ser vê yekê hûr dibe ka çawe û bi çi awayî dikare zêdetir piştgîriya şerê dijî terorîstên DIŞIê bike.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku terorîstên DIŞIê ji rewşa siyasî ya Îraqê fêde wergirtin û derbarê çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de jî got: Li Îraqê de pergalên padişahî, komarî, dîktatorî û niha jî pergala fedralî hatine cerbandin lê ti pergalek ji wan di warê çareser kirina kêşeyên heyî de serkeftî nebûne lewre dibe aliyên siyasî hewl bo damezrandina pergaleke nû ya siyasî bidin ku bikarêbe kêşeyên heyî çareser bike.
