Pêşmerge pêgehên DAIŞê jinavbirin
Çavkaniyekê ji eniya Xazirê agihand ku, şeva borî, 10.03.2015, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêgehên çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) topbaran kirin, pêşbînî tê kirin jî ku embargeheke çekan a rêxistina navborî teqî be.
Li gor ku çavkaniyê ji BasNewsê re ragihandiye: “Ji cihê êrîşê, Pêşmerge pêgehên DAIŞê didîtin ku agir girtibû wan û teqîneke mezin jî li wan pêgehan çêbûbû, pîşbînî tê kirin ku ebargeheke çekdan a DAIŞê bûbe armanca topxaneya Pêşmerge.”
Ji aliyek din ve çavkaniyê diyar kir jî ku, di wê topbaran Pêşmerge de hejmareke zêde ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin, lê amaje bi wê hejmarê nekir.
Basnews
