Dadgeha Bilind: Kurd, kurdî û Kurdistan nîjadperestî ye
Serdozgerê Dadgeha Bilind ê ji PAKê re hişyarnameyek şand ku navê partiyê û bernameya wê ne li gorî Makezagona Tirkiyeyê ye û ji partiyê hat xwestin ku bername û navê partiyê were guhertin. Di vê babetê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk daxuyaniyeke çapemeniyê lidarxist û ev hişyarî wek derveyî demokrasiyê bi navkir.
Ozçelik wiha got: “Heta ku rayedarên Hikûmetê û zihniyeta dewleta Tirkiyeyê, li ser siyaseta dewleta unîter, yek dewlet, yek milet, yek welat, yek alê neguherînin, gelek caran serdozgerên dewletê dê hişyarnameyan bişînin û dozên weha vekin.”
Serokê PAKê wiha domand: “Serdozger dibejê `PAK nîjadperestiyê dike.` Baş e kî ye nîjadperest? Gelo ewên dibêjin kurdî û miletê kurd hebûnek xwezayî ye nîjadperest in an jî ewên ku zimanê kurdî û hebûna miletê kurd red dikin e? Nîjadperestî ew e ku dewlet hebûna miletê kurd û zimanê kurdî hêj bi fermî qebûl nake. Cudaxwazî jî ew e ku, hûn miletekê û welatekê tune dihesibînin.”
Parzêrê PAKê Sabahattin Korkmaz derbarê hişyarnameya ku ji PAKê re hatî şandin de got li gorî pîvanên navnetewî wek gaveke derveyî mafên siyasetê ye.
Li Tirkiyê di rabirduyê de zext zorên li ser partiyên siyasî gelek in û herî dawî jî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatibû girtin vê carê jî PAK di bin vê metirsiyê de ye.
Rudaw
