• Tuesday, 17 February 2026
logo

Weberhênerên Kurdistanê piştgiriya banga Barzanî dikin

Gulan Media March 11, 2015 Nûçe
Weberhênerên Kurdistanê piştgiriya banga Barzanî dikin
Yekîtiya Weberhênerên Kurdistanê eşkere kir ku ew piştgiriya banga Mesûd Barzanî ya alîkariya ji nûve avakirina Kobanî dikin.

Yekîtiya Weberhênerên Kurdistanê di nameyekê de ji bo Serokatiya herêma Kurdistanê, eşkere kir ku ew piştgiriya banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya alîkariya ji nûve avakirina Kobanî dikin.

Di nameyê de hatiye gotin ku ew weke weberhêner û sermayedaran li Kurdistanê, ji berê de heta niha her demê ew li pişt bihêzbûna Hikûmeta Kurdistanê ne.

Sermayedarên li Başûrê Kurdistanê dibêjin, ew ji bo avakrina Kobanî li pişt banga Serokê Herêmê Mesûd Barzanî ne û weke erkekî niştimanî û netewî, çi ji wan were xwestin û çi bar bikeve ser milê wan ew amade ne cî bi cî bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 6ê Adarê peyamek li ser Kobanî belav kiribû û tê de banga alîkariyê bo ji nûve avakirina bajarê Kobanî kiribû.

Rudaw
Top