“Fewcekî taybet ji Pêşmergeyên Tirkmen re pêk tê”
Parlementerê Trikmen li Parlementoya Kurdistanê Cewdet Necar diyar kir ku, Tirkmenên Hewlêrê dest bi tomarkirina navên xwe kirine da ku tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bibin.
Cewdet Necar di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku “Niha em kar li ser wê yekê dikin ku 250 kes ji xelkên Tirkmen li Wezareta Pêşemrge, wek Pêşmergeyên Tirkmen damezrênin, fewcekî taybet jî bo Tirkmenan li Wezareta Pêşmerge pêk bînin.”
Heta niha 150 welatiyên Tirkmen navê xwe nivîsî ne û di nêzîk de wê ligel Wezareta Pêşmerge bicivin da ku erkên pêkanîna wê fewcê bên temamkirin, li gor ku Necar ragihandiye.
Necar amaje bi wê yekê jî kir ku “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yeke kes e piştgiriyê li hebûna Tirkmenan di nava Hêzên Pêşmerge de dike.”
Bi gotina wî parlementerê Tirkmen, kesên ku heta niha navên xwe nivîsî ne, temenê wan di navbera 18-30 salî de ye û hejmareke mezin ji wan jî helgirên bawernameya bekaloriyos in.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ragihandinê li Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji BasNewsê re got: “Tirkmen pêkhateyeke girîng a Herêma Kurdistanê ne û em pêşwaziyê li xortên wan dikin ku werin û di nav rêza Hêzên Pêşmerge de xizmetê bikin.”
Helgurd Hikmet diyar kir jî ku “Siyaseta Wezareta Pêşmerge aşkere ye ku, cûdahiyê nake di navbera netewe, ol û mezhebên Herêma Kurdistanê, ji bo xirîstî, êzdî, şebek û kakeyan me dergeh vekir, ji bo Tirkmenên Hewlêrê jî dê bi heman awayî be.”
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge tekez li ser wê yekê jî kir ku, dê ew Pêşmergeyên Tirkmen di bin sêbera wezareta navborî de bin.
Basnews
