Çekdarên DAIŞê li hev hatin xezebê
Rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku roja şemiyê ya borî şer di navbera 10 çekdarên DAIŞê ku dixwestin birevin û çekdarên din ên wê rêxistinê de li bajarê Babê qewimî.
Li gor heman daxuyaniyê, di encama şer de 5 çekdarên ku dixwestin birevin û 4 çekdarên ku rê li ber wan digirtin hatin kuştin, herwiha her 5 çekdarên din ên dixwestin birevin jî hatin girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di nava wan çekdarên ku dixwestin birevin de, 9 çekdarên Ewropî bûn û çekdarê din jî tûnisî ye.
Herwiha hat gotin ku bi tenê di nava hersê mehên dawiya sala 2014 de, rêxistina DAIŞê zêdetirî 120 çekdarên ku dixwestin ji nava rêxistina wan derkevin, kuştine.
Rudaw
