• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Kerkûkê 3 pêşmergeyên PAKê yên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn

Gulan Media March 10, 2015 Nûçe
Li Kerkûkê 3 pêşmergeyên PAKê yên Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn
Di êrişa duh ya hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bo ser çekdarên rêxistina terorîstiya DAIŞê li mêhwera Kerkûkê, sê pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ku partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, şehdî bûn.

Husên Yezdanpenah cîgirê serokê Partiya Azadiya Kurdistanê ji malpera Bas news re ragihandiye, ku di êrişa îro ya hêzên pêşmerge de li navçeyên Sexere û Simayîl Ava, 3 pêşmergeyên PAKê şehîd bûn ku xelkê bajarên Sine, Seqiz û Mihabad ên li Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Yezdanpenah ji evê malperê re gotiye:´´ hêzên pêşmerge li mêhwerên başûr û rojavayê Kekrûkê dest bi êrişê kir û di pêçdeçûnê de ye û li başûrê kekrûkê her du gundên Simayîl Ava û Sexere di dest hêzên pêşmerge de ne û li rojavayê Kerkûkê jî gundên Dûr Kareba, Til Elwerd hatine azadkirin û gundê Mela Ebdullah jî ji aliyê pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin.´´
Top