• Tuesday, 17 February 2026
logo

Jen Psaki: Ti hevahengî di operasyona Tikrîtê de nîne

Gulan Media March 10, 2015 Nûçe
Jen Psaki: Ti hevahengî di operasyona Tikrîtê de nîne
Amerîka ragihand ku, di operasyona rizgarkirina bajarê Tikrîtê yê Iraqê de, ti hevahengî di navbera Artêşa Iraqê û hevpeymaniya navdewletî de nîne.

Di bersiva pirseke Rûdawê derbarê beşdarnekirina balafirên hevpeymaniyê di şerê Tikrîtê de, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki ragihand: “Sedema wê ew e, ku ti hevahengî ligel welatê me nîne di wê operasyona ku Îran tê de beşdar e.”

Jen Psaki wiha got: “Fermandarê Artêşa Qûdis a Îranê Qasim Silêman serperiştiya Artêşa Iraqê dike di wê operasyonê de.”

Tê zanîn ku ji roja yekşema borî operasyon rizgarkirina bajarê Tikrîtê yê di destê DAIŞê de, ji aliyê Artêşa Iraqê, hêzên ewlehiyê û Heşdul Şeibî ve dest pê kiriye û niha ew bajên dorpêçkirî ye.

Rudaw
Top