• Tuesday, 17 February 2026
logo

Newşîrwan Mistefa wek nûnerê Kurdistanê diçe Bexdayê

Gulan Media March 10, 2015 Nûçe
Newşîrwan Mistefa wek nûnerê Kurdistanê diçe Bexdayê
Rêxerê giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa bi nûneratiya aliyên Kurdistanê serdana Bexdayê dike, berî ku gera xwe bo paytexta Iraqê destpêbike, dê civînekê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî lidar bixe.

Piştî ku Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm serdan Herêma Kurdistanê kir, yekemîn civîn ligel Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) encamdabû, ew jî wek endamê polîtbîroya wê partiyê beşdar bû. Wek endamekî damezrênerê yê YNK jî, serdana Rêxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa kir, di wê civînê de Mehsûm bi Mistefa ragihandiye ku, gelekî girîng e ku nûnerên hêzên siyasî li Bexdayê car bi car ligel serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê bicivin.

Di heman civînê de, wek ku çavkaniyeke cihê baweriyê ji BasNewsê re ragihandiye, Newşîrwan Mistefa amadebûna xwe ji bo çareserkirina her arîşeyekî di navbera Hewlêr û Bexdayê de aniye ziman.

Di dema danûstandinên pêkanîna Hikûmeta Iraqê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî erkê danûstandina ligel aliyên siyasî yên Iraqê spartbû NewşîrwaN Mistefa û hemû desthilkatek jî di wê derbarê de bi navborî hatibû dayîn.

Di civîna xwe ya dawî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Newşîrwan Mistefa behsa wê yekê kir ku Kurd çawa mamele ligel Bexdayê bike û eger siyaseta Ebadî dirêjahiya siyasetên Malikî be, dê Kurd çi bikin?

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Kawa Emîn di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand “Newşîrwan Mistefa ligel Heyder Ebdaî civiya ye û jê re gotiye: Divê ew siyasetên ku Malikî derheqê Kurdan de kirine dûbare nebin û nabê dûbare bibin, herwiha jê re gotiye ku, eger Bexda bixwaze birîna mûçeyê wek kartek guvaşê bikar bîne, ew wiha dike ku Kurd jî bîr li cûdabûnê bikin.”

Li gor zanyariyên BasNewsê, di civîna xwe ya ligel Barzanî de jî, Mistefa gotibû ku, baştire ku gotûbêjên ligel Bexdayê berdewam bin, heta ku bersiva Bexdayê bê zanîn, ji ber ku niha Sine bi awayekî aktîv di hikûmetê de beşdarin, lewma nabe Kurd bi vekişan ji hikûmetê kerta hêza xwe taqî bikin.

Bi gotina Kawa Mihemd jî: “Newşîrwan Mistefa pê başe ku rêkeftina ligel Bexdayê were cîbicîkirin, bi taybetî şandina 550 hezar bermîl petrol di rpjekê de, destê me jî vekiriye ku em bixwazin petrola din bi awayekî serbixwe bişînin derve.”

Li gor pêşbîniyan, Newşîrwan Mistefa dê yekem civîna nûnerên Kurd li Bexdayê birêve bibe, lê hê bersiva fermî ye çûna Bexdayê nedaye, di vê derbarê de Kawa Midemed got: “Piştî ku komdengî li ser wê babetê pêkhat, wê demê wê kak Newşîrwan bersiva xwe bide.”

Li gor zanyariyên BasNewsê, biştî rêkeftina aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê, dê Newşîrwan Mistefa serdana Bexdayê bike û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ibrahîm Caaferî, Rêberê Encûmena Bilind a Islamî Emar Hekîm, Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, serkirdeyên partiyên Sine û Şîe bicive û nêrîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji wan re bide xuyakirin.

Basnews
Top