• Tuesday, 17 February 2026
logo

10 pêşmerge şehîd ketin

10 pêşmerge şehîd ketin
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand di encama pevçûnên duh li derdora Kerkûkê de 10 pêşmerge şehîd ketin.

Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir ji Rûdawê re got di encama operasyonên îro de 10 pêşmerge şehîd ket û çend pêşmerge jî birîndar bûn.

Wezîrê Pêşmerge diyar kir ku di operayona duh li dijî DAIŞê de rola hevpeymaniya navdewletî girîng bû.

Qadir da zanîn ku wan alîkarî ji Artêşa Iraqê nexwestin lê Iraqê hejmarek kêm çek û cebilxanê ji bo pêşmerge şand.

Qadir amaje kir ku ji xeynî Hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navdewletî ti hêz tevlî operasyona li dijî rêxistina DAIŞê nebûn.

Rudaw
Top