Operasyona başûrê Kerkûkê: 20 km pêşve çûn (Hat nûkirin)
Hat ragihandin ku êrişên Pêşmerge bo başûrê Kerkûkê îro sibehê seat 06:00 dest pê kir û gundê Smayîl Ava li wê navçeyê kete bin kontrola Hêzên Pêşmerge.
Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî çeper û navendên DAIŞê li eniya başûrê Kerkûkê li navçeyên bombebaran dikin û rê ji pêşveçûna Hêzên Pêşmerge re vedikin.
Peyamnêrên Rûdawê li Kerkûkê ragihandin ku balafirên hevpeymaniyê, Smayîlawa, navçeyên Gubeybe, Telwerd, Mela Ebdulla û Meryem Beg, bi giranî bombebaran kirin.
Li gorî peyamnêrê Rûdawê, wê bombebaranê seat 04:00 vê sibehê dest pê kir û 17 balafir tê de beşdar in û heta niha 40 navendên DAIŞê bûne armanca wan.
Rêveberê polîsê qeza û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji rûdawê re ragihand: “Heta niha Hêzên Pêşmerge 20 km pêşve şûne û niha jî pêşve diçin.”
Emîd Serhed Qadir wiha got: “Niha gundê Smayîlawa û kaşên pişt wê û Sexreyê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bi temamî hatin kontrolkirin û pêşveçênên Pêşmerge li eniya Mela Ebdula berdewam e.”
Bi gotina Emîd Serhed Qadir, ziyanên mezin gihîştine DAIŞê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, jibilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din di vê operasyonê de beşdar nebûye.
Peyamnêrê Rûdawê ji gundê Smayîlawa yê ku Hêzên Pêşmerge nû kontrol kirin ragihand: “Pêşmerge ev gund bi temamî xistine destê xwe de û bi dehan termên DAIŞê li şûna wan mane. Herwiha destê xwe danîn ser çek û teqemeniya wan çekdaran.”
Rudaw
