• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Urdinê li gel Ruhanî civiya

Wezîrê derve yê Urdinê li gel Ruhanî civiya

Wezîrê derve yê Urdinê Nsir Cûde serdana Îranê kir.

Wezîrê derve yê Urdinê Nasir Cûde di çarçoveya serdana xwe ya bo Îranê de li gel Serokkomarê vê welatî Hesen Ruhanî civiya.

Di civînê de her du alî behsa qirîza heyî yê li deverê û herwiha çawetiya çareser kirina qirîz û aloziyan kirin.
Cûde daxwaz ji rayedarên Îranê kir daku çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverê de li gel welatên Erebî dest bi diyalogê bike.

Cûde herwiha daxwaz ji Îranê kir daku bi her awayî li gel welatên derdorê bo çareser kirina kêşe û arîşeyên heyî yên li deverê de hevkarî û hemahengî li gel welatên deverê de bike.
Top