• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê êriş kirine ser DAIŞ

Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê êriş kirine ser DAIŞ
Îro duşembe sere sipêde, hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi piştevaniya firokeyên hevpeymanan êrişeke berfireh bo ser binke û çeperên terorîstên DAIŞê li başûrê Kerkûkê û derdora qeza Hewîce destpêkirin.


Li gor zanyariyên gihîjtine PNA, hêzên Pêşmerge îro duşembe demjimêr 6 sipêde li navçeyên Til Elwerd, Mela Ebdullah, Meryem Beg, Mekteb Xalid êrişeke berfireh bo ser binke û çaperên DAIŞê destpêkirin û li gor pêzanînên hêzên pêşmerge gundê Simayîl Ava kontrol kirine û herwiha karîne dest bi ser çek û cebilxaneya DAIŞê de jî bigrin.

Li gor zanayriyan, hêzên pêşmerge berev pêşde diçin û terorîstên DAIŞê xwe li ber êrişa pêşmerge nagrin û paşde diçin.

Top