• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlamenterê YNKê: Barzanî dê biryara Mûsilê bide

Parlamenterê YNKê: Barzanî dê biryara Mûsilê bide
Desteya Pêşmerge ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand Mesûd Barzanê dê biryara tevlîbûna operasyona Mûsilê bide.

Cîgirê Serokê Desteya Pêşmerge ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Diler Mawetî wiha got: “Derbarê şandina pêşmerge bo operasyona Mûsilê dê Serfermendar û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryarê bide.”

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mawetî diyar kir ku di vê mijarê de pêwîstî bi biryara Parlamentoya Kurdistanê nîne.

Diler Mawetî anî ziman wan ji Wezareta Pêşmerge re gotiyê ku divê partiyên kurdan di vê mijarê de hin şert bide Hikûmeta Iraqê û divê Başûrê Kurdistanê hin deskeftiyan bi dest bixe.

Tê pêşbînîkirin operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê ya di bin rêveberiya hêzên hevpeymaniya navdewletî de dê hevya Nîsanê yan jî Gulanê dest pê bike.

Mûsil duyemîn mezintirîn parêzgeha Iraqê ye û ji 10ê Hezîrana par ve çekdarên DAIŞê bajar dagir kirî ne.


Rudaw
Top