• Tuesday, 17 February 2026
logo

Leşkerên Tirk êrişî gundîyan kirin

Leşkerên Tirk êrişî gundîyan kirin

Li gundê Kiror ê navçeya Qilebanê yê Şirnexê leşkeran êrîş li welatiyên bazirganiya sînor dikirin kir.

Leşkeran li gundê Kiror ê navçeya Qilebanê yê Şirnexê êrîş li welatiyên li ser sînor bazirganî dikirin kir. Welatiyên ji bo bazigiraniyê çûn Başûrê Kurdistanê di dema vegerê de rastî êrîşa leşkerên Qereqola Zozana Aloşê hatin. Welatiyan diyar kirin ku dema vedigeriyan li sînor leşkeran ew gulebaran kirin. Hate zanînin 3 welatî ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.

Piştî êrişê li gundê Nêrwehê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê bi sedan welatî rêya gund bi danîna bendan qut kirin.

Piştî hevşeredarên Qilebanê bi Fermandarê Qereqola Qilabanê re hevdîtin pêk anîn çalakî bi dawî bû. Hevşaredarê Qilebanê Yunus Urek diyar kir ku di hevdîtinê de Fermandarê Qereqolê soza welatiyên li sînor asê mayîn tu ceza li wan nayê birîn da.

Xendan
Top