• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge êrişekê DAIŞê têkbir

Pêşmerge êrişekê DAIŞê têkbir
Îro saet 4ê sibehê, li gundê Faziliye li eniya Naweran li bakurê rojhilatê parêzgeha Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.

Pêşmergeyekî li Eniya Naweran bi navê Selman Ebdilqadir ji Rûdawê re diyar kir di encama êrişê de şerekî giran qewimî û ziyanên mezin gihiştine rêistina DAIŞê.

Selman Ebdilqadir herwiha got, gelek kuştî û birîndarên DAIŞê hene û ew bi otombîlan dihatin veguhestin.

Ebdilqadir anî ziman di êrîşê de ti ziyan negihiştine pêşmerge û tenê hin ziyanên madî çêbûne.

Rudaw
Top