• Tuesday, 17 February 2026
logo

YPG û Birkana Firat`ê Kargeha Çîmento rizgar kirin

YPG û Birkana Firat`ê Kargeha Çîmento rizgar kirin
Duh şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Birkan ya Firat`ê Kargeha Efaric ya Fransî ya Çîmento li gundewarê Rojhelatê Kobanê bi temamî ji destê çekdarên terorîst yên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) rizgar kir.

Her weha di encama şer û pevçûnên navbera herdu aliyan de zêdetirî 30 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin ku, termên 12 çekdarên DAIŞ`ê di destên hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Birkana Firat`ê de ye.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Birkana Firat`ê dest girtin bi ser bireke çek û teqemeniyên cûr bi cûr.


Xendan
Top