• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama civata wezîran bi minasibeta 8ê adarê

Peyama civata wezîran bi minasibeta 8ê adarê
Roja 8ê adarê di nav bîreweriyên mirovatiyê de rojeke pirşingdar e, ev bîranîn ku hilgira peyama azadî, wekhevî û lêbihurînê ye. Bîranîna vê rojê, bîranîna xebata berdewama zêdetir ji yek qirn û nîva ye ku, jin, azadîxwaz û wekhevîxwaz li dijî bindestî û îhmalkirina jinan û ji bona azadî, wekhevî û edaletea civakî dixebitin.

Cîyê şanaziyê ye ku, jin li Kurdistanê li meydana xebat û tekoşînê de, tevî ku ew hertim mil bi milê mêran bûn, di heman demê de ew ji jinên her civakeke din têkoşertir bûn. Dayîk û xûşkên me, weke her dayîk, xûşk û keçên şehîdên rêya rizgariya me, hertim xem û wezîfeya giran ya şoreş û berxwdanê ketiye ser milên wan, hertim bi çalakî beşdarî di xebata rizgarîxwaza gel û neteweya xwe de kiriye. Jin li civaka Kurdistanê bi kiryar îspat kiriye ku di hemû warên cudayên geşkirin û pêşkeftina civak û welêt de roleke karîger û sereke hebûye.

Îro, xweragirî, dilsozî û morala dayîk, hevjîn, xûşk û keçên her pêşmergeyekî ku, li bereyên şer hebûn û kerameta gel û welêt diparêze, ji qaremanî û dilsoziya wan pêşmergeyan nekêmtir e. Ew zilma mezina derheqê dayîk û xûşkên êzidî hatî kirin, yek ji tawanên herî mezin yên mirovatiyê ye.

Dayîk û xûşkên ezîz..Kurdistaniyên xweşdivî

Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi cidî û bi qenaet di karnameya xwe de pirsa wekhevî û mafê jinan weke pirensîpeke sabit a mafên mirov û demokrasiyê, tesbît kiriye û di karnameya xwe de cîyek giring jê re daye. Niha jî, ji bilî hebûna deste û saziyên hikûmetê yên taybet bi jinan û parasatina mafên wan, li herêma Kurdistanê ji bo xebat û tekoşîna çendîn rêxistinên medenî yên taybetmend bi warê jinan û mafên wan aqarek baş heye. Ev yek jî wezîfeyeke neteweyî û mirovî ya giring e û hikûmet, tevî berdewambûn li ser piştgiriya van karan, karên zîdetir û karîgertir jî ji bo vê pirsê dike.

Di vê bîranînê de,mji bo wan xûşkên qareman yên di çeperê pêşmergayetî û berxwedanê de ji bo mafên neteweyî û niştimanî canê xwe gorî kiriye, em bejana xwe ditewînin.

Bi germî jî pîrozbahiya hemû jin û wekhevîxwaz û azadîxwazên Kurdistan û cîhanê dikin.

Ber bi civakek wekhevî û xurtkirina kultura lêbihurînê û mirovdostiyê û jiyaneke pirî ji xweşî û pêşketinan.

Bilind û bi rûmet be bîranîna 8ê adarê, roja cîhaniya jinan

Civata wezîrên herêma Kurdistanê

07.03.2015


Top