• Tuesday, 17 February 2026
logo

Yezdanpena: Aramiya Kerkûkê girêdayî azadkirina Hewîce ye

Yezdanpena: Aramiya Kerkûkê girêdayî azadkirina Hewîce ye
Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê-Rojhilat Hisên Yezanpena amaje bi wê yekê dike ku, heta ku Hewîce bi temamî neyê kontrolkitin, zehmete ku aramî vegere Kerûkê.

Hisên Yezdanpena, ku serpereştiya Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê-Rojhilat li eniya Kelha Rojhilat li Rojavayê Mûsilê dike, diyar dike ku, Hewîce bûye paytexta rêxitsina Dewleta Islamî ya rdaîkla (DAIŞ).

Yezdanpena di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku, di heftiya borî de, hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ji ber ku ji 3 eniyan ve êrîşî Pêşmergeyên Kurdistanê kiribûn û her 3 erîşên wan jî hatibûn pûçkirin û wiha berdewam kir: “Niha jî çekdarên DAIŞê dixwazin ji hinek cihan êrîş bikin, ji ber ku ji navxwazin ji derdora bajarê Mûsil û Hewcîeyê vekişine nava bajêr.”

Navborî da zanîn jî ku “DAIŞ li çend diyekê bihêze. Çekdarên wê li nava bajarê Mûsilê û beşek ji parêzgeha Enbar û bajarê Hewîce ne, lewma ti zanyariyek derbarê şerê Hewîce de nîne û ew pêşdeçûnên ku ji aliyê artêşa Iraqê û Îranê ve hatine pêkanîn dûrî bajar in.”

Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê-Rojhilat baldikşîne ser wê yekê ku “Hewîce bûye paytexta DAIŞê, lewma pêwîste di qonaxa yekem de Hewîce ji DAIŞê were paqijkirin, ji ber ku ew paytexta DAIŞê ye û gelek caran Ebû Bekir Bxdadî (xelîfetyê DAIŞê) li wêde bû û berdewam serdanî dike.”

Basnews
Top