• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ji zanayên misilman banga Kobanî

Ji zanayên misilman banga Kobanî
Piştî banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo alîkariya nûjenkirina bajarê Kobanî, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî jî bersiva wê bangê da.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî peyamek li ser Kobanî belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kiribû.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî ku hevdem serokê Dezgeha Îslamî ya Kurd e bersiva banga Barzanî da û ji Rûdawê re wiha got: “Di demeke nêzîk de, emê dest bi kampanyayeke baş bikin bo nûjenkirina bajarê Kobanî yê ku bûye semboleke cîhanî li dijî terorîstên DAIŞê.”

Dr. Elî Qeredaxî wiha got: “Ez destxweşiyên li Barzanî dikim li ser wê bangê. Bi hêviya xwedê emê jî bi erkê xwe rabin û di nûjenkirina Kobanî de beşdar bin.”

Qeredaxî wiha domand: “Di çend rojên bê de, ezê wek Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman bang li hemû cîhana erebî û îslamî û hikûmetên cîhanê bikim, da ku di vê kampanyayê de beşdar bin.”

Piştî wê bangê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 500 hezar dolar pêşkêşî kampanyaya nûjenkirina Kobanî kir.

Rudaw
Top