• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê helîkopterek xist

DAIŞê helîkopterek xist
Hat ragihandin ku rêxistina DAIŞê helîkopterek a Artêşa Iraqê li Fellucayê xist.

Çavkaniyek ji Fellucayê got helîkopterek leşkerî li bakurû bajêr di encama erîşa DAIŞê de ket.

Hat diyar kirin ku derbarê rewşa karmendên helîkopterê de ti agahî ne hatine bidest xistin.

Serokê eşîretekî li Fellucayê Mihemed el-Bicarî agahiyan xistina helîkopterê ji Rûdawê re piştrast kir û wiha got: “Hêzên ewlekarî ti pêşdeçûn nekirî ne.”

Çend roj in hêzên ewlekariyê li Enbarê operasyonên berfireh li dijî rêxistina DAIŞê pêk tînin.


Rudaw
Top