• Tuesday, 17 February 2026
logo

C.N.K referandûma qedera Kurdistanê destpê dike

C.N.K referandûma qedera Kurdistanê destpê dike
Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (C.N.K) referandûmekê li ser “qedera Kurdistanê” encam didin, daxwaz ji welatiyên Bakurê Kudistanê jî dikin ku bi girseyî beşdarî dengdanê bibin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (C.N.K) di daxuyaniyekê de, ku kopiyek jê bo BasNewsê hatiye şandin, radighîne ku ew dê refernadûmekê li ser “qedera Kurdistanê” encam bide, sendûqan dengdanê jî dê li Diyarbekirê dane.

Di daxuyaniyê de hatiye ku “Em wekî CNK (Ciwanên Netewî yên Kurdistanê), rêxistineke ciwanan a niştimanperwer, di 8’ê Adarê demjimêr 13:00 de li ber AZC Plazaya Navçeya Ofîsê ya bajarê Amedê bi awayekî temsîlî sindoqan deynin û referandumeke Kurdistanî pêk bînin.”

Naveroka daxuyaniya Ciwanên Netewî yên Kurdistan (C.N.K):

Em wekî CNK li Amedê bi awayeke temsîlî referanduma qedera Kurdistanê pêk bînin.

Em wekî CNK (Ciwanên Netewî yên Kurdistan), rêxistineke ciwanan a niştimanperwer, di 8’ê Adarê demjimêr 13:00 de li ber AZC Plazaya Navçeya Ofîsê ya bajarê Amedê bi awayekî temsîlî sindoqan deynin û referandumeke Kurdistanî pêk bînin.

Dê li ser pusulaya dengan pirseke wiha hebe: ”Ji bo xwe çi dixwazî?” Dê ev pirs him bi zimanê tirkî him jî bi zimanê kurdî dê werê nivîsandin.

Dê ji bo bersiva vê pirsê 3 heb vebijêrk hebin. Vebijêrkên pusulayê ji vana pêk têne:

Kurdistana Serbixwe,

Kurdistana Federe

Tirkiyêya Demokratîk

Em bang li hemî kurdan dikin ku bila werin û bi aktîfane tevlî dengdayînê bibin. Bila xwedî qedera xwe derkevin.

Em ê encamên referandrûmê bişînîn Neteweyên Yekgirtî re

CNK- Ciwanên Netewî yên Kurdistan

basnews
Top