Li Til Temirê şerê kolanan
Li gor çavkaniyên Rûdawê li Til Temirê, ji saet 03:30 şevê bi dema Hewlêrê, şerê kolanan di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê li herdu gundên Til Hefiyan û Til Nesrî ku nêzîkî 800 metreyan dikevin başûrê Til Temirê, berdewam dike û şer heta niha jî bi giranî didome.
Çavkaniyên Rûdawê gotin ku çekdarên DAIŞê bi giranî bajarokê Til Temirê topbaran dikin û heta niha nêzîkî 10 topan li derdora navenda asayişê ketine. Herwiha Hêzên kurdî jî bi çekên giran herdu gundên Til Hefiyan û Til Nesrî bi giranî topbaran dikin.
Hat diyar kirin ku, çekdarên DAIŞê dest danîne ser xala kontrolê ya YPGê li gundên Ruguba li nêzîkî gundê Til Nesrî û ji aliyê başûr ji gundên Til Hefiyan, Til Nesrî û Til Şemîran ve hewl didin derbasî nav bajarokê Til Temir bibin.
Hat gotin ku ji sedî 90 ji xelkê ji Til Temirê derketine û bi tenê pîr û ciwan li nav bajarokê mane.
Bi gotina çavkaniyên Rûdawê, heta niha ziyanên topbarana DAIŞê li Til Temirê bi tenê madî ne û ziyanên şer jî hîn nehatine naskirin.
Rudaw
