Parlementerên Ewrûpî daxwaza pirçek kirina pêşmerge dikin
Hijmarek Parlementerên Parlementoya Ewrûpayê daxwaza pirçek kirina hêzên pêşmerge dikin.
Di civîna Parlementoya Ewrûpayê de hijmarek ji Parlementeran behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û qehremaniya hêzên pêşmerge ya li dijî terorîstên DIŞIê kirin û rol û qehremaniya hêzên pêşmerge bi girîng wesif kirin.
Ew Parlementerên han herwiha eşkere kirin ku niha li deverê de bi tenê hêzên pêşmerge di warê piratîkî de şerê dijî terorîstên DIŞIê dikin û heta niha di vê çarçoveyê de jî hêzên pêşmerge serkeftinên gelek mezin bidest xistine lêbelê di warê çek û cebelxaneyan de hêzên pêşmerge pêdiviya xwe bi hevkariyê heye lewre lazime hêzên pêşmerge werin pirçekkirin.
