DAIŞ dest bi têkbirina şûnwarên Hezer kir
Berpirsê ragihandina şaxa Mûsilê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê îro serê sibehê bi girêderê, dest bi têkbirina bajarê Hezer ê dîrokî kirin.”
Mûsilê Seîd wiha domand: “Hezer bajarekî pir kevnar e û 4 paşayên mezin ên xristiyanan bi navê Wilciş, Sentroq, Ebid Sîma Sentroq Derhem hûkim tê de kirine.”
Derbarê girîngiya wî bajêrî, Memozînî wiha domand: “Gellek şûnwar li wir hene, ku nêzîkî 2 km cih giritiye.”
Bi gotina berpirsê ragihandina şaxa Mûsilê ya PDKê, “Çekdarên DAIŞê diravên kevin ên serdema wan paşayan dizîne, ku li wir veşartîbûn û ji zêr û zîv pêk tên.”
Wezareta geştyarî û şûnwaran ya Iraqê duh ragihand ku çekdarên DAIŞê bajarê Nemrûd yê dîrokî li parêzgeha Neynewayê têk birin.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon, Koşka Spî û Ezhera Misrê têkbirina navçeya Nemrûd ya dîrokî li Iraqê ji aliyê DAIŞê ve, şermezar kirin.
Rudaw
