• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nehsan:Rêjîma Esed tu çek nedaye me

Nehsan:Rêjîma Esed tu çek nedaye me
Cîgirê Serokê Desteya Pewendiyên Derve ya Kantona Kobanê Idrîs Nehsan ragihand ku,daxuyaniya Esed li ser alîkariya hêzên Kurdî ne rast e.

Nehsan diyar kir ku, Esed dixwaze bi wan gotinan serkeftina Kurdan li Kobanê bike ya xwe.

Îdrîs Nehsan got: Tu aliyekî jibilî hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û şam`ê (DAIŞ`ê) alîkariyên leşkerî nedaye bi şervanên Kurd.

Eve di demekê de ye ku, serokê Sûriyê Beşar Esed duh di hevpeyvînekê digel Televizyona fermî ya Portugal`ê de gotibû ku Sûriyê beriya şerê Kobanê çek dabû hêzên Kurd.

Xendan
Top